Hat ragihandin birêveberîya Çîna komunîst di bin navê “perwerdehîya ji nû ve” an jî “perwerdehîya meslekî” de zextên siyasî û îşkenceyan li Mislimanên Uygur dike.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin zilmên ku li Çînê li Mislimanên Uygur tê kirin berdewam dikin.
Serokê Buroya Demokrasî û Mafên Însanan ê Wezareta Karên Derve Mîchael Kozak derbarê mijarê de diyar kir “ Li Çînê di kampan de bi milyonan însan tên komkirin, îşkence li wan tên kirin, hewl tê dayîn da ku çand û bawerîya wan bi wan bidin jibîrkirin ku ev yek tê wateya guhartina DNAyê wan. Bi rastî jî ev yek rewşeke pir pîs e.”
Tê zanîn ku birêveberîya Çîna komunîst di bin navê “perwerdehîya ji nû ve” an jî “perwerdehîya meslekî” de zextên siyasî û îşkenceyan li Mislimanên Uygur dike. Li gor çavkanîyên xweser hejmara Mislimanên Uygur ên ku di kampan de tên girtin gihaştiye 3 milyon kesan.
Tê diyarkirin birêveberîya Çînê zorê li Mislimanan dike û goştê barazan bi wan dide xwarin, eraqê dide vexwarin û heqaretê li Îslamê dide kirin.
ÎLKHA