Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe

Mehmet Yavuzê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Wanê di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimaneke ku nayê zanîn tê wesfandin.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku li Wanê beşdarî bernameya nasandina nazmedên partîya xwe de balan kişand li ser helwesta TBMMê ya derbarê zimanê Kurdî de û destnîşan kir “Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe.”

Bernameya nasandina namzedan bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Yavuzê ku beşdarî bernamê bû destnîşan  kir ji sekinandina xwîna ku diherike pê ve em siyaseteke din a mezin nizanin û ew kesên ku çekan didin destên xortên me ne dostên me.

 “Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe”

 Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bo siyaseta ku qirêj bûye paqij bikin dane rê û dû re wiha axivî: “ Zimanê însanekî wek şîrê dêya wî pak û paqij e. Niha di TBMMê de dema ku bi Kurdî çend gotin tên gotin wek zimanê ku nayê zanîn di zabitnameyan de tê qeydkirin. Em wek HUDA PARê dibêjin  çima zimanekî ku ji teref bi milyonan welatî ve tê axavtin çima di zabitnameyan de wek zimanê ku nayê zanîn tê qeydkirin. Ew ê HUDA PAR li vî welatî problema Kurd ji rastê rabike.  Lewra kesê ku vê heqê daye me Xwedayê ku Heq bi xwe ye. Em ê di pêvajoya  amadekirin makeqanûneke nû de bi şikleke çalak cî bigirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû