Serwîsa karkeran li barîyeran qelibî: 5 birîndar

Serwîsa karkeran li barîyeran qelibî: 5 birîndar

Li navçeya Gebzeya Qocaelîyê serwîsa karkeran li barîyeran qelibî, di encama qezayê de 5 kesan birîndar bûn.

Qeza, li alîyê Taxa Barişê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, serwîsa karkeran ku di bin îdareya E.D. de bû û li ser rêya D-100ê diçû, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li barîyeran qelibî.

Di encama qezayê de 5 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin. Ji ber sedema qezayê rê hat girtin û di demeke kurt de hat vekirin.

Hat hînbûn ku talûkeya birîndaran tineyee. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.