Serwîsa karkeranqulibî: 18 birîndar
Li Ergeneya Tekîrdagêmîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hatde18 karker birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Karaahmet- Taxa Ulaşa Ergeneya navçeya Tekîrdagê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mîdîbusa bi plaqeya 59 S 9185 a ku ajokarê wê Olcay Çatma bû ji ber ku şofêr hakmiyeta dîreksiyonê winda kir qulibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 18 karkerên pîrek birîndar bûn. Karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê.
Hat hînbûn rewşa kesên birîndar baş e û di derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.