Serwîsa xwendekaran qeza kir: 6 jê giran 20 birîndar
RİHA - Li Rihayê serwîsa xwendekaran teqle avêt, di encama qezaya ku pêk hat de 6 jê giran tevde 20 xwendekar birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li Taxa Esentepeyê ji ber sedema windakirina hakimiyeta dîreksiyonê pêk hat.Di encama qezaya ku pêk hat de serwîsa xwendekaran li refûjê qelibî û teqle avêt.
Di qezayê de digel şofêr 6 jê giran tevde 20 xwendekar birîndar bûn.
Xwendekarên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin xweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.