“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên DiyanetêGormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Serokê Karên Diyanetê  ji ber minasebeta Şeva Qedrê ya ku dê di şeva ku çarşemê bi pênçşemê ve girê dide de bê îdrakkirin  peyamek weşand.

Gormez di peyama ku weşand de ji ber ku wan gihaştindiye şeveke wisa bi bereket û izzet ji Xweda re şikir kir û diyar kir   temamê alema Îslamê  û mumin vê şevê pîroz dikin.

Gormez diyar kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye .Lewra Xweda  bi wê Qur’an ku di vê şevê de şandiye me muxatab girtiye û bi Îslamê  însanetiyê bi şeref kiriye. Qadîr tê maneya izzet, şeref, nirx û îtîbarê. Însan bi qasî ku qedr û qiymeta vê nimetê zanibe ew ê qiymeta xwe zêde bike. Wek însan  riya li ba Xweda qezenckirina qedr û qiymetê  ji wek însan zanîna qedr û qiymeta hev derbas dibe.”

Gormez di berdewama peyama xwe de diyar kir  ew ji Xweda hêvî dike ku bigihijin gelek Şevên Qedrê û gelek eydan.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.