Şeva Regaîba Mubarek

Şeva Regaîba Mubarek

Her sê mehên mubarek dest pêkirine. Di van hersê mehên mubarek de şev û qendîlên bixêr û mubarek Regaîb, Mîrac, Beraet û Leyletulqedrê hene. Îşev qandîla Regaîba mubarek e.

Her sê mehên mubarek dest pêkirine. Di van hersê mehên mubarek de şev û qendîlên bixêr û mubarek Regaîb, Mîrac, Beraet û Leyletulqedrê hene. Îşev qandîla Regaîba mubarek e. Di van her sê mehên pîroz de, qendila ewil şeva Regaîba pîroz e ku şeva îna ewil e.

Her sê mehên mubarek ji mehên din bixêrtirin. Lewra pêxemberê me di hadîsek xwe de wiha kerem kiriye “Meha Receb meha Xwedê ye, meha Şa’ban meha min e. Meha Remezanê jî meha ummeta min e.”

Xwedayê Teala di van her sê mehên mubarek de nexasim di şevên mubarek de deriyê eff û mexfîretê vedike. Tobe û û îstîxfaran qebûl dike.

Xwedayê Teala di vê şevê de li muminan îkraman dike. Bi hurmeta vê şevê pir kesan effû dike. Di vê şeva mubarek de dua, limêj, zikr û îbadetên bên kirin, rojiya bê girtin û sedeqa bê dayîn bi qîmet in. Alimên Îslamê beyan dikin ku divê qelbê însan bi îman, îlm, hîkmet û nûra heqîqeta ronî bibe. Ji lew ji bo îstîfada ji şev û qendîlên mubarek, van tewsiyan dikin:

1)Quran û cewşen bên xwendin, li pêxember selewat bên kirin.

2)Di heqê qîmeta şevê de ferdên malbatê bi hev re sohbet bikin.

3)Ji Xwedê re nimêj bê kirin, ji Xwedê effû mexfîret bê xwestin..

4)Mihaseba salekê bê kirin. Xweşiya dinyaw axretê bê xwestin.

5)Nexweş û yextiyar bên ziyaretkirin, sêwî û feqîr bên kêfxweşkirin.

6)Dost û nas û meriv hevûdin tebrîk bikin, kesên xeyîdî li hev bînin.

Rebbê alemê van mehên pîroz ji bo alema Îslam û însaniyetê bike wesîla xêr û silamet û hîdayetê. Bi vê minasebetê qendîla we mubarek be. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.