Şeva Regaîbê ew ê sibe bê îdreqkirin

Şeva Regaîbê ew ê sibe bê îdreqkirin

Şeva Regaîbê ya ku roja Pêncşema ‘ewil a meha Recebê ye, “şeva rehmet û bereket” tê qebûlkirin.

Sê mehên ku alema Îslamê bi coş û beş û bi heyecan li bêvîya wî bû ku di nav xwe de Şeva Qedrê yê ku ji hezar mehan xêrtir e jî dihewîne dest pê kir.

Sê mehên ku di meha Recebê de şevên Regaîb û Mî’racê; di Meha Şabanê de Şeva Beraatê; Di meha Remezanê de jî Şeva Qedrê di nav xwe de dihewîne, ji bona ku mirov di nav van mehan de duayan û qîrînên xwe ji Xwedê re bişîne, bi stêrkên poşmanîyê ji bona ku gunehên xwê paqij bike, daxwazîyan bike û ji bona îbadet û ta’etên ku tên kirin bên qebûlkirin firsedeke mezin e.

Sê mehan dest pê kir. Şeva Regaîbê ew ê 26ê Çile roja Pêncşemê; Şeva Mî’racê 17ê Sibatê roja Înê; Şeva Beraetê 6ê Adarê roja Duşemê; destpêka Meha Remezanê 23yê Adarê roja Pêncşemê; Şeva Qedrê 17ê Nîsanê roja Pêncşemê; roja ‘ewil ya ‘Îda Remezanê jî 21ê Nîsanê roja Înê ye.

Ji Misilmanan re tê tewsîyekirin ku bira di van şevên mibarek de ji xwe re Qurana Pîroz bixwînin, îstîxfar bikin, dua bikin û zikrê bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.