Şeva Regaîbê li Dîyarbekirê bi xwendina Qur’anê hat îhyakirin

Şeva Regaîbê li Dîyarbekirê bi xwendina Qur’anê hat îhyakirin

Hafizên Qur’anê yên ku di dinyayê de navdar in bi minasebeta Şeva Regaîbê li Mizgefta Mezin ya Dîyarbekirê di bernameya “Zîyafeta Qur’ana Pîroz” de, hemwelatîyan mest kirin.

Mizgeftên bajêr di Şeva Regaîbê ya ku qendîla ‘ewil a di meha Recebê de ye û mizgîna sê mehên ku demsala bereket, rehmet û mexfîretê ye de ji teref welatîyan ve hat tijîkirin.

Şeva Qendîlê, wek hemû alema Îslamê li Dîyarbekirê jî bi bernameya ku li Mizgefta Mezin ya Dîyarbekirê hat tertîpkirin ve hat îhyakirin.

Di Mizgefta Mezin ya Dîyarbekirê de bi navê “Zîyafeta Qur’ana Pîroz” bernameyek hat lidarxistin.

Ji bernameyê re Wekîlê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin û Walîyê Dîyarbekirê Alî Îhsan Su, Miftîyê Bajêr Lutfu Îmamoglu û gelek hemwelatî beşdarî bûn.

Bername bi xwendina Qur’anê ya ji teref Xatibê Ser Mela ê Mizgefta Ayasofya-i Kebir Prof. Dr. Mehmet Emîn Ay, Yekemînê Xwendina Qur’anê ya bi xweşik a di dinyayê de Qarî Abdurrahman Sadîen, Yekemînê Hafizê Qur’anê ya di dinyayê de Mustafa Kizilcaoglu û mirovên dinê ve berdewam kir.

Bername bi kirina duayê ya ji teref Miftî Îmamoglu ve bi dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.