Şewat û Lehî

Şewat û Lehî

Li Hîndistanê Agir Bi Trênê Ket, Li Koreya Bakur Jî Lehî Rabû:135 Mirî 156 Brîndar

Xeberên ajansan diyar kir ku li Hîndistanê, agir bi trêneke ku diçû ket. Hadîse li başûrê welat qewimî. Di dema ku trên diçe, li wagoneke wê şewat derdikeve. Personel şewatê ferq dike. Lê mixabin heta ku şewat tê temirandin, ji şewat û duyê, 47 kes dimirin, 22 kes jî birîndar dibin.

Li Koreya Bakur jî, ev serê heftekê ye, şiliya pir diqewime. Ji ber şiliyê, ba û bahoz qewimî, lehî rabû, hezaz çêbû. Li gor reqamên resmî, di lehî û hadîseyan de 88 kes mirine, 134 kes jî birîndar bûne. Tê gumankirin ku hejmara miriyan zêde bibe. Bi sebeb bahoz û lehiyê, li seranserê welat, zêdetirî 5 hezar mal yekser xerabûn, 12 hezar mal zirar dîtin, 62 hezar Koreyî jî, bê mal man. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.