Şewat û Teqîn

Şewat û Teqîn

Li Mûşê Agir Bi Nexweşxanê Ket, Li Stenbolê Jî Di Bînayekê De Teqîn Qewimî

Xeberan diyar kir ku li Mûşê li nexweşxana jînekolojî û zarokan, şewat derketiye. Ekîbên îtfaiyê derhal mudaxela şewatê kirin. Di demeke kin de agir temirandin. Di şewatê de tiştek bi tu kesî nehat. Li ser sebeb û qewimîna şewatê lêpirsîn dest pê bû.

Her wihal li Stenbolê jî, li Kağitxanê di bînayeke 6 qatî de, do bişev teqîn qewimî. Di teqîna ya li kargehê de, tiştek bi tu kesî nehat. Li hinek wesaît û derûdoran, hinek xisara maddî çêbû. Piştî teqînê milletê mehellê derket kuçan. Li ser xeberdana welatiyan, ekîbên îtfaiye û sihhetê sewkî deverê hadîseyê bûn. Hat îfade kirin ku teqîn dibe ku ji dewisandina gazê qewimî be. Li ser hadîseyê lêpirsîn destpêkir. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.