Şewata Li Çadirqampê
Li Hatayê Di Qampa Multeciyan De Şewat Qewimî 2 Kes Mirin
Derd û kulên însanên Sûriye naqedin. Ji Sûriye ji ber zulma Esed reviyan hatin Tirkiye. Li qempên ku tê de dijîn, derdên wan dewam dikin.
Xeberan da zanîn ku li Hatayê, li navçeya Yayladağê, li çadirqampa multeciyên Sûriye, şewat qewimiye. Di şewatê de du multecî can dane. Hinek kes jî birîndar bûn. Bekçî û polîsên qempê, mudaxela ewil kirin. Dûre ekîbên îtfaiyê yên belediyê hatin û mudaxela şewatê kirin.
Li aliyê din hat gotin ku reva ji Sûriye jî dewam dike. Hinek sûbay jî tê de, 136 kesên din, ji Sûriye di Reyhanliya Hatayê re, derbasî Tirkiye bûn. Yek Albay, 2 yarbay, 2 bînbaşî, yek jî usteğmen e. 35 kes tevlî maliyên xwe li çadirqempa Apaydinê bicîh bûn. Yên din jî şandin navçeya Ceylanpinarê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.