Şewata Wesaîtan

Şewata Wesaîtan

Li Dêrsimê Agir Bera 3 Wesaîtan Dan, Li Tuzlayê Şewat Derket

Li gor xeberan hat îfade kirin ku mensûbên PKKê, di riya Dêrsim û Erzîncanê de, 2 tir û qamyonek digel tankera wê, dane sekinandin û agir berra wan dane. Piştî hadîseyê li herêmê operasyon dest pê bû.

Li aliyê din li Tuzlucayê agir bi febrîqeyekê ket. Li navçeya Tuzlaya Stenbolê, di depoyeke ğidayê de şewat derket. Şewat di demek kurt de mezin bû. Gelek tîmên agirkujiyê mudaxale li şewatê kirin. Piştî xebate 5 saetî şewat xistin bin qontrolê. Li devera sanaiya OrhanliyaTuzlayê, saet di 7ê êvarê de, li depoyeke ğidayê şewat derket.

Şewata ku di depoya 3 qatî de dest pê kir, di demeke kin de mezin bû. Gelek tîmên agirkujiyê sewqî cihê hadîseyê bûn.

3 kesên ku di depoyê de asê mabûn ji aliye timên agirkujiyê hatin xilas kirin. Hat diyar kirin ku ji ber straforkirina cephê bînayê, şewat zû belav bûye. Piştî xebatek 5 saetî timên agirkujiyê şewat xistin bin qontrolê.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.