Şewatê Lî Hepsên Dîn

Şewatê Lî Hepsên Dîn

Dî Hepsên Osmanîye, Eden, Întab, Ceyhanê Şewat Derket. Gelek Mehkûm Brîndar Bûn.

Piştî şewata li hepsa Rihayê ya ku 13 mehkûm û girtî tê de can dabûn, niha jî li hepsên Edenê yên tîpên E û F, hepsa Întab û Ceyhan û Osmaniye jî, şewat derket.

Xeberên ajansa diyar kirin ku li hepsa Osmaniye, di qoğûşek edlî de, nivîn û battaniye hatin şewitandin. Di şewatê de 23 kes birîndar bûn. Kesên ji dûmanê nerihet bûn, rakirin nexweşxana. Merivê mehkûm û girtiyan, çûn ber nexweşxana.

Li Eden û Întabê, di qoğûşên zarokan de şewat qewimî. Li ser hadîseyê, ekîbên îtfaîyê yên belediyê, mudaxele kirin. Diyar nebû ku şewat ji ber çi qewimiye.

Li Edenê li tîpa E û li Ceyhanê li tîpa M jî, di hepsan de şewat qewimî. Şewat pir zû hat temirandin. Piştî vemirandina agir, hat gotin ku tiştek bi kesî nehatiye.

Li aliyê din, li hepsa Rihayê de, şewat dîsa qewimî. Piştî mirina 13 mehkûm û girtiyan, îjar di qoğûşa zarokan de şewat derket.  Şewat do derket. Îtfaiye û îdara hepsê, tedbîr girtin. Tiştek bi kesî nehat. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.