Şewatên Li Deşta Mêrdîn

Şewatên Li Deşta Mêrdîn

Li Zêdetirê 30 Gundên Qoser û Nisêbînê, Bi Hezaran Donimên Zad Şewitîn

Li gor xeberan hat gotin ku li Qoser û Nisêbînê, li zêdetirî 30 gundan agir bi zad ket. Bi hezaran donimên zad şewitîn.

Şewat do qewimî. Bi saya bayê, belav bû. Li Qoserê li 17 gundan mîna Tao, Cioşî, Sinara, Bûqetêr, Şefelor, Melelîk, Şemoka, Aqziyaret, Tûmika jor û jêr, Hanika, Meşqoqa biçûk û mezin, Elîdizk û Qurûnê, agir bi zad ket. Bi hezaran donim araziyên zad şewitîn, xisar dîtin.

Her wiha li Nisêbînê jî, li nêzî 15 gundan şewat derket. Ji ber bayê belav bû. gelek donimên zad û serayê, texrîb bûn û şewitîn. Zad û zeviyên ceh û genim, serayên zebeş û petêxa xerabûn. Ji bo temirandinê, gelek ekîbên îtfaiye û  millet seferber bûne. Li 53 nuqteyan mudaxeleya agir buye. Lê hê jî, ne di kontrolê de ye. Ji ber firtoneyê, hê li hinek deveran jî, şewat dewam dike. Kesekê ku di temirandina agir de birîndar bûbû, bi teyara ambulansê, rakirine nexweşxana Enqerê.

Tê gotin ku bi hezaran donimên zad û serayê telef bûne. Odeya zîraatan ya Mêrdînê, da zanîn ku xisara cotkar û gundiyan pir zêde ye. Divê acîlen bê tesbît kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.