Şêx M. Zahid Wefat Kir

Şêx M. Zahid Wefat Kir

Şêx Di 59 Saliya Xwe De Li Mûtkiyê Rehmet Kir

Şêx Muhammed Zahid Turelê ku li herêma rojhilat û başûrê, ji maqûlan tê naskirin, di ‘umrê xwe ya 59 salî de, li beldeyeke Mûtkiya Bedlîsê, çû ber rehma Xweda.

Do sibehê, telebên wî  ferq kirin ku Şêx Muhammed Zahid, li odeya xwe wefat kiriye. Li ser xebera wefata wî, dilda û peyrewên wî, bazdan Mûtkiyê. Li beldeya Yukari Koyûnlû, piştî nimêja nîvro, li ba bavê xwe Şêx Asim û kalê xwe Şêx Alauddîn Efendî hat definandin. Bavê wî jî du sal berê rehmet kiribû. Xweda wan bi rehma şa bike. Em jî li ser navê Kovara Kelhaamed û malpara Bangaheq te'ziya xwe pêşkêşî malbata Şêx dikin. Xweda sebr û teselliyê bide. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.