Sezgîn Baran Korkmaz li Avusturyayê hate binçavkirin

Sezgîn Baran Korkmaz li Avusturyayê hate binçavkirin

Sezgîn Baran Korkmaz ku di çarçoveya lêpirsîna qezenckirina pereyên xeyrî resmî de derheqê wî de qerara binçavîyê hatibû dayîn, li Avusturya hate binçavkirin.

Sezgin Baran Korkmazê ku xwediyê SBK Holding e, piştî lêpirsîna ku derheqê wî de li Tirkiyê hate destpêkirin re çûye Swîsreyê, li Avusturya hate girtin.

Parêzerê Korkmaz, Mehmet Demir, îdia kir ku miwekîlê wî li ser daxwaza DYE li Avusturyayê hate girtin, ku Tirkiye radestkirina muwekîlê wî xwestiye, lê dê pêvajoya dadrêsî li Avusturya berdewam bike.

Lijneya Lêpirsîna Sûcên Darayî (MASAK) û Serokatiya Lijneya Teftîşa Bacê tespît kirin ku sala borî 132 mîlyon dolar di hesabên SBK Holding û 6 şîrketên girêdayî Holdîngê de bi şikleke xeyrî qanûnî hatine bidestxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat meşandin de, ji bo 19 kesên ku rêveberên SBK Holding û şaxên wê bûn, biryara binçavkirinê hat derxistin û hat diyarkirin ku Sezgin Baran Korkmaz jî di nav de 8 gumanbar li derveyî welêt in.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.