SGK heqê muayeneyan zêde kir

SGK heqê muayeneyan zêde kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Ewlehiya Civakê heqê ku ji mehaneyên teqewîdbûyiyan dihat birîn û memûran jî di eczaneyan de didan wek zem hat zêdekirin.

Saziya Ewlehiya Civakê (SGK) heqê ku ji mehaneyên teqewîdbûyiyan dihat birîn û memûran jî di eczaneyan de didan wek zem di nabeyna ji sedî 20-60an de hat zêdekirin.

Gor zema ku li muayeneya nexweşên SGKyê çêbûye heqê muayeneya di nexweşxaneyên dewletê de ji sedî 20 zêde bû û ji 5 TL yan derket 6 TLyê. Di nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê de ji sedî 40 zêde bû û ji 5 TLyan derket 7 TLyê. Di nexweşxaneyên zanîngehan de ji sedî 60 zêde bû û ji 5 TLyan derket 8 TLyê.

Heqê muayeneyên nû ji teref SGKyê ve di dîroka 31 Berfanbarê di Rojnameya Fermî de hat weşandinû ji yekê Çileya Paşîn a 2017an pê ve hat tetbîqkirin. (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.