Sibe li Dîyarbekirê meşa "Piştgiriya ji bo Zefera Tofana Eqsayê" wê bê lidarxistin

Sibe li Dîyarbekirê meşa "Piştgiriya ji bo Zefera Tofana Eqsayê" wê bê lidarxistin

Weqfa Evîndarên Pêxember dê sibê li Dîyarbekirê ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê meşeke girseyî li dar bixe.

Weqfa Evîndarên Pêxember a ku li ser her platformê destekê dide operasyona Tofana Eqsayê ya di 7ê Cotmehê da dest pê kir û di vê çarçoveyê da çalakiyên cuda li dar dixe, wê sibê li Diyarbekirê meşa "Piştgiriya ji bo Zefera Tofana Eqsayê" li dar bixe.

Meş wê di saet 13.30 de ji Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê dest pê bike û heta Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê bidome.

Koordînasyona Bajara Dîyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember hemû xelkê Dîyarbekirê banga meşa girseyî kir.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Me heta îro xelkê Xezzeyê bi tenê nehiştiye û bi hêvî me ku heta îşxala li Xezeyê bi dawî bibe, em ê van çalakiyan bidomînin. Bi îzna Xwedê em ê roja yekşemê li Dîyarbekirê meşeke girseyî ya mezin li dar bixin. Xelkê Xezzeyê ku jin û mêr, ciwan û pîr jî di nav de hene wê "Di demeke ku zefera xelkê Filistînê nêz e de em ê piştgiriya manewî bidin xelkê Filistînê. Em hemû xelkê xwe dawetî meşa xwe ya girseyî dikin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.