Sibê Rojî Ye
Li Tevî Welat Hatina Rojiyê Xwe Dide Hiskirin
Ji meha piroz remezanê re rojek ma, em ê îşev rabin paşivê. Welatî jî vala nasekinin û amadehîyên xwe dikin. Ji bo sifra fitar û paşîvê dan û sitendinê dikin. Ji ber vê yekê sûk û bazar tijî bûn.
Meha pîroz remezan, 2 roj şunde dest pê dike. Esnafan, weke her carî hazirîyên xwe qedandine. Kîsên nîsk, savar, birinc, fasolî û nokan, li ber hev rêz kirine û li benda kiriyaran in.
Esnafan, destgehên xwe bi te’amên ku wê bifiroşin xemilandin. Welatî jî ji bo ku birojî dernekevine ber germê îhtîyaciyên xwe pêk tênin.
Xweda bê erê emê îşev terawîhên ‘ewil bikin û dê meha Rehmetê destpê bike. Ev coş û heyecan tevî welat dihewîne. Ji ber ku îsal rojî ketiye rojên germ dê ev yek Remezana şerîf hê rengîn bike.
Remezana ku serê wê rehmet, nîvê wê meğfîret û dawiya wê azadiya ji ‘ezabê cehennemê ye. Bi hêviya ku baş jê bê îstîfadekirin em li tevî gelê xwe pîroz dikin. Xweda Te’ala me teva bike ji ‘uteqayên meha Remezanê. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.