Sibê Şeva Beratê Ye
Rebbê alemê hinek şev û mehan dike wesîle ji bo effû mexfîret û hîdayeta însên.
Rebbê alemê hinek şev û mehan dike wesîle ji bo effû mexfîret û hîdayeta însên. Litf û bereketa xwe di van roj û şevan de zêdetir dibarîne. Nexasim di her sê mehên mibarek û qendîlên van mehan de, rehm û ğûfraniya xwe bêtir nêzîkî însanan dike da ku, însan li xwe hayî bibe û li ber Xwedayê xwe bigere, poşman bibe, bi tobe vegere ser riya baş û heqiyê.
Sibê şev û qendîla Beratê ye. Di şeva 15ê meha Şe’banê de, deriyên effû mexfîretê bêtir vedibin. Guneh û xeta bêtir tên effûkirin. Bes bila însan bal Xwedayê xwe ve bimeşe. Her wiha îbadet û zikr û duayên di vê şevê de tên kirin jî, li ba Xweda meqbûl in. Mumin xatirê van şevan dizane û xwe ji xêra van şev û qendîlan mehrûm nake.
Di şeva Beratê de tîlaweta Quranê, zikr û tesbîha Xwedê, tobe û îstîxfar meqbûl in. Hewce ye misluman vê şevê bi taet û îbadetê derbas bike.
Pêxemberê me di heqê vê şevê de wiha kerem kiriye “Dema şeva 15an ya Şe’banê bê, rabin îbadet bikin. Roja din jî rojî bigrin. Lewra di wê şevê de heta fecrê Xwedayê Teala wiha dibêje: Ma Kesê ji min mexfîretê dixwaze tune ye ku ez mexfîretê lê bikim? Ma kesê ji min riziq dixwaze tune ye ku ez rizqê wî bidim? Ma kesê miptelayê tiştekî tune ye ku ez wî xelas bikim?”
Xwedayê Teala, şev û qendîla Beratê ji alema Îslam û însaniyetê, bike wesîleya rehmet û hîdayet û mexfîret û seadetê. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.