Şîddeta Li Jinan

Şîddeta Li Jinan

Însan Ji Exlaqê Îslamê Çiqas Dûr Dikeve, Ewqas Hov û Har Dibe

Ji bo silh û silamet û hizûr û parastin û dewamî û menfîeta malbat û civak û însaniyetê, îro ne hewceyê delîl û îspata ye ku gelek hewce bi îmanê, bi exlaqê baş, bi tirsa Xweda û axîretê, bi biratiya Îslamî heye. Lewra însaniyet çiqas ji der sînorê edeb û terbîya Îslamê dibe, ewqas hov û har dibe, dibe dijminê hemcinsê xwe. Û çiqas li gor çarçova helal û heramiya Îslamê tevdigere, ewqas tê parastin û silametî ava û peyda dibe.

Li gor rapor û xeberan hat îfade kirin ku li Tirkiyê, di nav salekê de, 257 jin hatine kuştin û 102 jin jî rastî tecawuzê bûne. 220 jin jî, ji ber êrîşan hatine birîndar kirin.

Pispor û aqademîsyen diyar dikin ku çareseriyên Ewrûpayî li ber şîddeta li jinan, ji feydê zêdetir xerabiyê bi xwe re tînin. Lewra çareyên Ewrûpa li gor civaka wan e. Ji me’newiyat dûr in. Gelek caran ne êrîşkeran terbiye û islah dikin, ne jî jinan diparêzin.  (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.