Sirgûnkirin Naqede
Ji Hepsa Batmanê 12 Mehkûm Sirgûnî Hepsa Orduyê Bûn
Heps û rewşa hepsa, ji bo şol û tevgera dewletê eyneyek e. Pirbûna sûc û heps û mehkûman, ji bêedaletiya îdara dewletê re nîşanek e. Eziyet û te’de û sîtemên li mehkûman tên kirin jî, dîsa ji zorbatiya sîstemê re elametek e. Ku halê heps û mehkûman ji îdara hepsan re bên hiştin, xemsariye, çavkoriye, bêçaretiye. Bi vî awayî, heps tucarî nabin islahxane, belkî dibin zulumxane.
Berî niha ji çend hepsan, bê xwestina mehkûman, sewka sirgûna bi dehan mehkûman hatibû kirin. Sirgûnî hepsên dûr bûbûn. Bi vî awayî hem li wan hem jî li malî û merivên wan, zulum hatibû kirin. Niha jî ji hepsa Batmanê, qirara sirgûna 12 mehkûmên ku ji dewa Hîzbûllah ceza girtine hat dayîn.
Evan 12 mehkûm, sirgûnî hepsa Orduyê bûn. Kesên hatine sirgûn kirin M.Şerîf Çelîk, Zekî Şînego, Azîz Gunduz, M.Şakîr Fîdanci, Çetîn Başaran, M.Şakir Ari, Şeyhmûs Şahîn, Adîl Ruzgar, Mehmet Ûras, Mehmet Cengîzhan, Alî Oner û Bîlal Taş in. Berî niha bi wan re sewka Fîkret Bayram jî derketibû. Wekî tê zanîn bedena Fîkret Bayram, ji sedî 92 nalebite, 20 sal e bi tekerê sandalî û bi alîkariya kesê din di hepsan de dijî. Digel rapora wî jî, du serekcimhûr rewşa wî nabînin. Hat gortin ku ji ber tepkiya, sewka wiya bi bal hepsa Orduyê, hatiye sekinandin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.