Siyonîst Dîsa Êrîş Kir
Ğezze Dîsa Di Bin Tehdîda Îsraîl De Ye
Dewleta Terorê Siyonîst Îsraîl ku ev nîv qerne di singa ‘alema Îslamê de weke xencerekî ye ji bo ji nû ve êrîşê Ğezzeya di bin Ambargoyê de bike amadehiyan dike.
Li gor kesên çavdêr, beşek ji leşkerên siyonîst tevlî Tank û dozeran ketine herêma ku tê de zîra’et tê kirin û teyarên bê însan jî ji bo keşfê difirin.
Çavkaniyên mehellî, beyan kirin ku hinek zodyakên siyonîst îsraîl bi ser gemiyên nêçîrvanên masiyan de gulle barandine. Lê belê di êrîşande mirî û birîndar nînin.
Li gor ku artêşa siyonîstan beyan kiriye êrîşên wisa biçûk ji bo êrîşeke mezin amadehîne.
Ji bo êrîşa nû li gor hatiye hînkirin artêşa Îsraîl li herêma Tzeelim tetbîqatên ‘eskerî kiriye.
Ev beşa Kfîr a ku amadehiya êrîşeke nû dike di sala 2008an de jî êrîşê Ğezzeyê kiribû di operasyonê de gelek filistînî şehîd bibûn. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.