Siyonistên îşxalker 29 FIlistînîyên ku zarok jî di nav de hebûn şehîd kirin

Siyonistên îşxalker 29 FIlistînîyên ku zarok jî di nav de hebûn şehîd kirin

Di encama êrîşên ku ev bû du roj ji teref rejîma îşxalker û siyonist ve li hember Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye tên kirin de heta niha zarok jî di nav de 29 kes şehîd bûn û 215 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê ve hat ragihandin di encama êrîşên siyonistên îşxalker de heta niha zarok jî di nav de 29 kes şehîd bûn û 215 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji 29 kesên ku hatine şehîdkirin 9 kes zarok û 2 kes jî pîrek in.

Ji ber êrîşên siyonistên îşxalker ji Şerîda Xazzeyê ber bi wan axên Filistînê yên îşxalkerî ve heta niha zêdetirî 400 roketî hatin avêtin ku di encama vê yekê de jî herî kêm 20 îşxalker birîndar bûn.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler