Sîyonîstên îşxalker êrîşî mala Şêx Îkrîme Sabrî kirin

Sîyonîstên îşxalker êrîşî mala Şêx Îkrîme Sabrî kirin

Rejîma îşxalker êrîşî mala Endamê Lijneya Mutewellî Yê Yekîtîya Alimên Misilman yên Naventeweyî û Waîzê Mescîdî Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî kirin û 6 seat wî ragirtin.

Îşxalkerên ku hemû kesên ku ji bona de’wa Mescîdî Eqsayê micadadeleyê dikin ji xwe re wek neyaran dihesibînin, vê carê jî êrîşî mala mihafizê Mescîdî Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî kirin.

Yekê ji malbata Şêx Îkrîme ku naxwaze navê xwe bibêje weha got, “Îstîxbarat û polêsê îsraîlê êrîşî mala Şêx ya ku li bajaroka El-Sawanaya li Qudsê ye kirin. Îstîxbarata îsraîlê, ji bo tehqîqatê bang li Şêx Îkrîme kirin ku bila were navenda wan yê li Qudsa Rojavayê ye lê sedema bangkirinê negotin.”

Medyaya mehellî ragihand ku hêzên îşxalker 6 seatan Şêx li ew navendê ragirtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.