Siyonîstên îşxalker Filistînîyekî ku ji erdhejê vegeriya şehîd kirin

Siyonîstên îşxalker Filistînîyekî ku ji erdhejê vegeriya şehîd kirin

Samih Hamdallah Mahmud Aktaş ê ku piştî erdhejên li Mereşê bi dilxwazî ​​beşdarî xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên li Tirkiyeyê bû, ji aliyê çeteyên Cihûyî ve hat şehîdkirin.

Çeteyên cihû doh li bajarê Nablûs ê Şerîeya Rojava ya di bin kontrola hêzên rejîma sîyonîst de li dijî Filistîniyan êrîşên organîze kirin.

Çeteyên Cihû êrîşên molotof pêk anîn û herî kêm 75 wesayît û 100 malên Filistîniyan şewitandin.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Samîh Hamdallah Mahmud Aktaş ê 37 salî ku li bajarê Zatera yê Nablûsê di encama êrîşa çekdarî ya çeteyên Cihû de ji zikê xwe birîndar bûbû şehîd bû.

Di êrîşan de 390 Filistînî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku Aktaşê ku ji şênîyên bajarokê Beytayê ye piştî erdhejê li Tirkiyeyê bi dildarî beşdarî xebatên lêgerîn û xelaskirinê bû.

Bi şehadeta Aktaş re hêjmara Filistîniyên ku ji serê sala 2023an vir ve ji teref siyonîstan ve hatin şehîdkirin derket 66 kesan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.