Siyonîstên îşxalker qetlîamên xwe di eydê da jî didomînin

Siyonîstên îşxalker qetlîamên xwe di eydê da jî didomînin

Hikûmeta Filistînê ya li Xezzeyê ragihand ku siyonîstên îşxalker di eydê da jî êrîş û qetlîamên xwe yên li dijî Xezzeyê berdewam kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê ve hat dayîn de weha hat gotin, "Artêşa îşxalker a îsraîlê di Eyda Remezanê de jî êrîş, qirkirin û paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Filistînê didomîne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Nuseyratê 14 kes di şeva eydê de hatin qetilkirin û weha hat gotin, "Xezzeyê bi xemgînî û êşeke mezin Cejna Remezanê bi şehîd û birîndaran pêşwazî kir. Êrîşên îşxalê yên li ser malan û saziyên sivîlan berdewam dikin.”

"Rêveberiya Emrîqa û Serokê dewletê Joe Biden ku hê jî ronahiya kesk dide îşxalê û desteka çek û cebilxane dide, ji qirkirina hêzên îşxalker re mesul in."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer sibeha eydê li esmanê Xezzeyê difirin û êrîşên xwe berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku siyonîstên îşxalker xelkê Xezzeyê, jin û zarokan ji pîrozbahiyên eydê bêpar kirin û şahiya eydê jê girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.