Siyonîstên Terorîst Êrîşê Ğezzeyê Kir

Siyonîstên Terorîst Êrîşê Ğezzeyê Kir

Teyarên Siyonîstên Îşğalker û Terorîst vê sibehê êrîşê Ğezzeyê Kirin.

Teyarên Siyonîstên Îşğalker û Terorîst vê sibehê êrîşê Ğezzeyê Kirin.

Teyarên Şer yên Îsraîla Teror, bi ser herêmên Seriyyeyên Qudusê yên bi Hereketa Îslamiya Cîhadî ve girêdayîne û herêmên vala yên li Xan Yûnûs û Deyr Belhê bombe barand.

Hat beyan kirin ku hinek fuze ketine nêzî Saziya Ewlehiya Millî a li ser kolana Salaheddîn Eyyûbî jî.

Di êrîşan de mirî û birîndar nîn in, lê xisara maddî pêkhat.

Di hêla dî de berdevkê Seriyyeyên Qudusê Ebû Ehmed, îddîayên ku roket avêtine hêla Îsraîl derewand.

Ebû Ehmed got: “Seriyyeyên Qudsê, heger ku bixwaze roketan bavêje Îsraîl vê yekê înkar nake û bi awayekî resmî eşkere dê bêje.”

Di hêla dî de, Wezîrê Şer yê Îsraîla dewleta terorê Moşe Yalon biryar da ku deriyên sînor yên li Beyt Hanûn û Kerem Ebû Salim bên girtin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.