Sonda Faşîst Hat Rakirin
Sonda ku di mektebên pêşîn de bi zarokan didan xwendin hat rakirin
Sonda ku di mektebên pêşîn de bi zarokan didan xwendin hat rakirin. Qirara rakirinê di qezeta resmî de hat weşandin. Sonda ku bi hîssiyatên faşîst û irqçîtî hatiye nivîsandin û ev serê 80 sal e bi zarokan didin xwendin, bi pakêta demokratîkbûnê dihat xwestin ku rabe.
Wezareta Perwerdeyê, di telîmatnameya saziyên mektebên pêşîn de guhertin pêk anî. Maddeya 12an ya bi sernavê sonda xwendekaran ji meriyetê rakir. Talîmatname di qezeta resmî de hat weşandin û ket meriyetê.
Sonda faşîst û irqçî digel ku ji her aliyên civakê tepkî dihatin nîşandan jî, bi zihniyeta eskerî didan xwendin. Di beyana qezetê de wiha hat gotin: Îfadeya ku xwendekar her sibeh beriya ders dest pê bikin, di bin nezareta mamosteyan de bi hev re sondê dixwînin ji meriyetê hatiye rakirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.