Soros ji bo Tirkiyê tevlîhev bikedevê kîsa pereyan vekir

Soros ji bo Tirkiyê tevlîhev bikedevê kîsa pereyan vekir

Georgo Sorosê Emrîkayî yê ku spekulatorê fînansê yê sponsorê bûyerên Geziyê ye piştî ku di encama referandûmê de erê derket reji bo li Tirkiyê tevlîheviyê derxîne devê kîsa pereyan vekir.

Sorosê ku sponsorê bûyerên Geziyê ya ku di sala 2013an de derketibû  li dinyayê wek navê li pey gelek bûyer û tevliheviyên ku derketine tê zanîn.

Sorosê ku devê cepheya naxêra ku encamên referandûmê qebûl nakin bi kar tînê ji bo li Tirkiyê bûyerên mîna Geziyê derxîne devê kîsa pereyan vekir.

 Hat hînbûn Soros  Enstîtuya Civaka Vekirî û Human Rights Watch(Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan) ji bo piştî referandûmê protestoyên ku dest pê kirine mezintir bikin erkdar kiriye.

Sorosê ku di 10 salan de nêzî milyonek dolar alîkarî kiriye  ji vê rêxistinê daxwaz kiriye ku li dijî Tirkiyê weşanê bike û di vî warî de destê xwe sivik bigrin.

HRWyê ku piştî referandûmê bi sernavên ‘Piştî referandûmê OHALê bidawî bikin, destek bidin heqên wekhev  û cezaya îdamê red bikin’ kampanya dabû destpêkirin  dirêjkirina OHALê hincet nîşan dabû û hewil dabû li gor xwe fehmdariyekê çêbike.

Dîrektora Tirkiyê ya HRWyê Emma Sinclair-Webb jî bi nivîsa xwe ya ku di derheqê zerfên bêmohr de nivîsandibû de diyar kiribû ku xelk tercîha referandûmê nas nekiriye.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.