STKyên Îslamî: Di îdê de Xezzeyê bîrva nekin

STKyên Îslamî: Di îdê de Xezzeyê bîrva nekin

ÎTTÎHADUL ULEMA û Platforma Karwanê Şehîdan, ji ber minasebeta Îda Remezanê Eyda di serî de xelkê Xezzeya mezlum û hemû Misilmanan pîroz kir.

ÎTTÎHADUL ULEMA û Platforma Karwanê Şehîdan, bi minasebeta Îda Remezanê peyam belav kirin, di peyamê de bal kişandin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê qirkirin û qetlîam ev bû 6 meh e berdewam dike.

Di daxuyanîyê de hat xwestin ku bila ji hemû Misilmananên ku dûçarê zilmê dibin re dua bê kirin û malên sîyonîstan werin boyqotkirin.

Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Muhammed Ozer weha got, “Me di Remezanê de nimêja xwe kir û ji gunehên xwe poşman bûn. Madem me rûpel û deftereke nû vekiriye, bila carek din gunehan nekin. Pêxemberê me gotiye: 'Kî di rojên eydê de gunehekî bike û emrên Xwedê bin pê bike, mîna ku roja qiyametê guneh kiriye.' ew emir dike. Ji ber vê yekê lazim e cejnên me di çarçoveya Quran û Sunnetê de bin. Quran û sunnet di rojên eydê de ji me çi dixwazin? Divê em tiştên wek Sıla-i Rahim, ziyareta goran, nimêja eydê bikin. Xezze û Mislimanên Filistînî di bin zilma Îsraîl a îşxalker de ne. Em eşyayên Îsraîl ên ku di bin boykotê de ne, di eydê de nekirin û piştî eydê jî nekirin. Ez Cejna Remezanê ya Xezze, Filistîn, Tuxayên El-Qassam, yên li berxwedêran û hemû misilmanan pîroz dikim."

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk jî weha got, “Cejn rojên şahî û kêfê ne. Lê mixabin wekî Mislimanan ji ber perçebûn û nebûna tifaq, yekîtî û wehdeta me li her derê fitne, fesadî, xwîn û hêsir heye. Êrîş û qetlîamên hovane yên Îsraîlê yên ji 7ê cotmehê vir ve li ser Xezzeyê berdewam dikin. Li gel vê jî em wek Misliman dev jê bernadin û hêviya xwe winda nakin. Em bawer dikin û dizanin ku Xwedê vê mizgîniyê dide me. Ew dibêje: 'Eger hûn bawer bikin, hûn ê bi ser bikevin.' Bi vê boneyê em wek Platforma Kerwanê Şehîdan Cejna Remezanê li qehremanên Xezze û Yemenê pîroz dikin. Hêvî û daxwaza me ji Xwedayê mezin ew e ku ev eyd û nimêjên ku di eydê de tên kirin bibe wesîleya yekbûna ummeta Îslamê û azadkirina misilmanan ji zilmê. Weke Platforma Kerwanê Şehîdan em Cejna Remezanê li temamê alema Îslamê bi taybetî li Xezzeyê pîroz dikin û hêvîdar in ku ew bi feyde be. Ez jî hemû şehîdên me û malbatên wan pîroz dikim û ji wan re sebrê dixwazim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.