Sûcê Ciwan Dersa Quran

Sûcê Ciwan Dersa Quran

Dê û Bavê Mustafa Ozan “Kurê Me Ji Bo Dersa Quranê Diçû Camiyê”

Kul û kederên dê û bavê hepsî û mehkûman naqedin. Gilî û gazinên wan ev in ku ewladên wan, bêguneh di ciwantiya xwe de, ji ber dersên Quranê hatine girtin û heta niha jî di hepsan de, li wan neheqî û te’de tên kirin.

Mustafa Ozan di sala 1998an de, di ciwantiya xwe de, ji teref hêzên tarî ku wê dewrê bi desteka ewlehiyê dihat meşadin ve hatibû girtin û heta niha bi ceza muebbetê di hepsan de ye. Mustafa hê xortekî biçûk bû, unîversîte nû qezenc kiribû, gava ku ji camiyê ji dersa Quranê derdikeve, li ser hadîseke edlî ji teref hêzên polîsan ve tê girtin. Li wî me’mela mensûbê orgutê tê kirin û gelek îşkence tên kirin. Wê dixin asqiya Fîlîstînê. Ji ber vê yekê milekî wî felcî dibe. Digel delîlên ku ji hadîseyê bêrî û bêsûc e jî, hakimên DGMa Diyarbekir ya wê dewrê, li wî ceza dibire.

Niha dê û bavê wî, ji ber van zulm û neheqiyan derdên xwe tînin ziman. Bavê Mustafa Ozan Welî Ozan wiha got “Ev 15 sal e ku kurê min bela sebeb û bela sûc di hepsan de girtiye. Tek sûcê wî ew e ku çuye camiyê ji bo dersa Quranê. Li Tirkiyê edalet tune ye. “

Dê Anber Ozan jî wiha gazina dike “Em maleke dîndar in. Polîsan 10 rojan li Mûstefayê min, her çeşîd îşkence kirin. Ji ber îşkenca, milê wî yê çep felcî buye. Çûna dersa Quranê, çawa dibe sebebê ewqas îşkence û cezayê? Gelo kurê serekwezîr bêsûc têkeve nav çar dîwaran, ewê vî halî qebûl bikra? Kesên van neheqiyan kirine, ez wan hewalî Xwedayê mezin dikim.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.