Sûcê mıllet çı ye?
PKK li gundên Batmanê, 7 makîneyên şantiya ku ji bo riyên gundan dixebitî şewitand
Sûcê mıllet çı ye?
Jı şerr û pevçûnan mıllet zırarê dıbîne
PKK li gundên Batmanê, 7 makîneyên şantiya ku ji bo riyên gundan dixebitî şewitand. Şantiye ji bo riya 15 gund û 25 mezreya dixebitî. Bi vê riya, wê gundên Mihelmî û Enkafê îstîfade bikirina.
Li ser şewitandina van wesaîtan, komela Hebizbîniyan, hadîseyê şermezar kir. Komelê wiha îfade kir “Ev serê 50 sal e van gundan perîşan in. Bi çêkirina pira Qantarê wê menfîet li hemî herêmê biba. Ji ber vê yekê em sabotaja li ber menfîeta xelkê şermezar dikin.”
Li Gevera Colemêrgê jî, hinek sempatîzanên PKKê, do bişev molotof avêtin 4 mekteban da ku xwendekar neçin dibistanan. Di mekteban de xisar çêbû.
Dîsa hat îfade kirin ku di hadîseya gundê Harûna Şemzînanê de, cerdevanê hatiye kuştin, di pevçûnan de nehatiye kuştin. Hat gotin ku mensûbên PKK beriya êrîşî qereqolê bikin, diçin gund ji gundiyan alîkariyê dixwazin. Gundî alîkarî nakin. Ji ber vê yekê di navbera gundî û mensûbên PKKê de niqaş diqewime. PKK cerdevanê li wir û bêçek înfaz dike.
Li aliyê din, li gor xeberan hat gotin ku yek jê qîz 4 mensûbên PKKê, li nêzî deriyê sînor ya Xabûrê, xwe berdestî hêzên ewlehiyê kirine. Ji bo îfadeyên wan bên girtin, wan şandin qereqola cendermê ya Silopiyê. Li gor walîtiya Hekkariyê li çol û çiyayên Gergeta gundê Şemzînan, di operasyonan de, ji 15ê Îlonê vir ve 28 mensûbên PKKê hatine kuştin.
Hat îfade kirin ku li Bazîdî û Diyadîna Agiriyê jî, li herêma çiyayê Tendurekê di şer de 2 PKKyî hatine kuştin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.