Sûcê Wî Xwedîtiya Li Îslam e
Li Ber Fîlma Heqaretwarî Derket, Emrîka Wîzeyên Wî Betal Kir
Berî niha li Emrîka bi fînansoriya Emrîka û siyonîst Îsraîl fîlmeke ku heqaret li Quran û Pêxemberê me dikir hatibû çêkirin. Fîlma heqaretwarî li seranserê welatên muslumanan û cîhanê bûbû tepkî û protestoyên milletên muslumanan û însanan.
Ji ber heqaretên fîlmê Ğûlam Ehmed Bîlûrê wezîrê rêhesina federal ya Pakîstanê, 100 hezar dolar xelat danîbû serê çêker û sazkerê fîlmê û diyar kiribû ku ji destê wî bê, ewê bi xwe çêkerê fîlmê bikuje. Ji ber van tepkiyên Ğulam Ehmed, Emrîka wîzeyên wî û jina wî betal kirin. Sefaretxana Emrîka ya Îslamabadê yesax jî danî ser seyahata wan.
Li ser van yesaxa Ğûlam Ehmed wiha got “Min belasebeb xelat dananiye serê çêkerê fîlma heqaretwarî. Divê li ser ruyê erdê qanûnên navnetewî hebin ku kesên heqaretî dînan bike bêne cezakirin. Ez yesaxa çûna Emrîka û Brîtanyayê nakim derd. Ez diqilqilîm ku wê yesaxê deynin ser çûna Mekke û Medînê.”
Wekî tê zanîn fîlma heqaretwarî bûbû sebebê protestoyên muslumanan û di protestoyan de dora 50 musluman şehîd bûbûn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.