Suîqaskerê Karlov hat kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku suîqastkerê sefîrê Ûris Karlov kuştibû di encama operasyona hat lidarxistin de hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku suîqastkerê sefîrê Ûris Karlov kuştibû di encama operasyona hat lidarxistin de hatiye kuştin. Hat idîakirin ku suîqastker polês e û navê wî M.M.A ye.
Her wiha gor agahiyên ku hatine bidestxistin piştî ku suîqastker Karlovê kuştiye tekbîr aniye.
Berdevkê Karûbarên Derve yê Ûris Marîa Zaharova di derbarê mijarê de daxuyanî da. Zaharova diyar kir ku Karlov miriye. Berdevkê Çapemeniya Kremlîn Dmîtrîy Peskov jî diyar kir ku Serokê Dewletê Vladîmîr Putîn di derbarê mijarê de hatiye agahdarkirin.
Peskovê ku ji çapemeniya Ûris re daxuyanî da. Peskov wiha diyar kir: “Me di derbarê mijarê de agahî da Serok Putîn. Em agahiyan kontrol dikin. Wezîrê Karûbarên Derve hewl dide ku ji serokên yekîneyên îstîxbaratê agahî bigire.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.