“Sûra xwe ji ber bike çûka xwe ya mihebbetê bigire”
Li Êlihê kargerê ku çûk xwedî dike wek xelat çûka mihebbetê dide zarokên ku sûre û meala sûreyê ji ber dikin.
Li Êlihê kargerên bi navê Alî Yalçin û Erdal Demîr ên ku çûk xwedî dikin diyar kirin ku ew wek xelat çûkên mihebetê didin zarokên ku sûre û meala wê bihev re ji ber dikin.
Alî Yalçin di derbarê kampanyaya ku bi navê “Sûra xwe ji ber bike çûka xwe ya mihebbetê bigire” de agahî da. Yalçin diyar kir ji ber ku zarok wextên xwe di kolan û înternet kafeyan de derbas dikin ew pirr xemgîn dibin. Ji ber vê yekê wan dest bi kampanyayekî wiha kirine.
Yalçin diyar kir ku ew sûre bi zarokan didin jiberkirin. Ji ber vê yekê ew pirr kêfxweş in. Dûvre Yalçin wiha diyar kir: “Em di bergeha jiberkirina sûreyan de randimana herî ewil sitand. Birayekî me yê hêja hat. Sûreya Kevser û meala wê bi hev re ji ber kir. Me çûk û qefesê wek xelat da jê re.”
“Armanca me ew e ku em bi vê kampanyayê tiştên bi faîde hîn bikin”
Yalçin wiha pê de çû: “Mixabin îro roj zarokên me bi tiştên wekê tablet, înternet û televîzîyon zêde wextê xwe derbas dikin. Armanca me ew e ku em bi vê kampanyayê tiştên bi faîde hîn bikin. Heke Xuda bike nesîb dê em vê yekê bidomînin. Ez ji vir ji dê û bavan re vê tewsiyê dikim, tiştên baj bi zarokên xwe bidin hînkirin. Bila zarokên we tevahiya wextê xwe bi televîzîyon û înternetê derbas nekin. Em hewl bidin jiyana Pêxember û kelama Xweda bi wan bidin hînkirin.”
Akîf Kaplanê karker jî diyar kir ku ew jî piştgirî didin vê kampanyayê. Ji ber vê yekê wî jî êm û kevirê nikilê çûkê wek xelat daye.
Hudalfa Gunê ku ji ber sûre û mealê jiber kiriye xelat sitandiye wiha diyar kir: “Min Qur’ana Pîroz xwend û Sûreya Kevserê ji ber kir. Ji ber vê yekê mamê ku çûk difroşe çûk da min.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.