Şûraya Îslamê Ya Avrasyayê
Li Stenbolê Di Şûraya 8an De Gelek Alim û Akademîsyen Civiyan
Şûraya Îslamê ya Avrasyayê ya 8an, li Stenbolê tê li dar xistin. Şûra di bin sîwana serokatiya Diyanetê de, tê rast kirin. Serekê karên diyanetê Prof Dr. Mehmet Gormez, alîkarê serekwezîr Bekîr Bozdağ, ji Asya û Ewrûpa gelek alim û akademîsyen beşdarî civînê bûn.
Xeberdana destpêkê ji teref Mehmet Gormez ve hat kirin. Gormez xitabî alema Îslam û rojava kir. Di şûrayê de serekwezîr Erdoğan jî xeber da. Erdoğan îfade kir ku Îsraîl dewleta terorê ye.
Tayyîb Erdoğan wiha got “Li Sûriye û Fîlîstînê drama însaniyetê diqewime. Lê konseya ewlehiya teşkîlata dewletên Yekbûyî temaşe dike. Ez ewleya xwe bi teşkîlatê naynim. Heqê 7 mîlyar însan, nikare têkeve nav lêvên 5 lîderên heyeta teşkîlatê. Divê di teşkîlatê de tiştên nû çêbibin.”
Erdoğan di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Kesên muslumana bi terorê nav dikin, çavên xwe ji qetlîamên ku li muslumana tên kirin re digrin. Kesê gedê ku di himêza Îsmaîl Heniye de bikuje, ji însaniyetê bêpar e. Ji ber vê yekê ez dibêjim Îsraîl dewleta terorê ye. Tiştê dike jî teror e.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.