Sûreyê Fatîhe
Sûreyê Fatîhe
Sûretekî Mekkî ye. Heger ku jê be tevlî besmeleyê heft ayet in û ayetê hefta ji “Sîrat-el Ellezîne” heya dawî ye. Heger ne jê be ayeta hefta ji “Ğeyr-îl Meğdûbî” heya dawî ye.
1- Bi navê Allahê Rehman û Rehîm
2- Hemd ji Rebbê ‘alemê re be ku.
3- Ew Rehman û Rehîm e.
4- Xwediyê roja dîn (ceza û mukafatê) e.
5- (Xwedayê Min!) Em bi tenê ji te re ‘îbadetê dikin û bi tenê ji te alîkariyê dixwazin.
6- Rêya rast nîşanê me bide.
7- Rêya kesên te nî’met li wan kiriye, ne rêya wan kesên ku te ğezeb li wan kiriye an jî rêya wan kesên rê windayî.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.