Sûriye Germ e
Li Bajaran Şer û Kuştin Nesekinî
Xeberên ajansan diyar kir ku di êrişên dawî yên ordiya sûriyê de, 95 kes hatine kuştin. Fransa jî, ji bo çekên kimyewî Esad hişyar kir.
Teşkîlata şopandina heqên Însana ya Sûriyê eşkere kir ku di êrişên eskerên Esed de, 95 kes hatine kuştin. Muxalîf û hêzên ordiya Esed, li bajarê Helebê şer dikin. Muxalîfan îddîa kirin ku ji sedî 60ê bajêr, di destê wan de ye. Her wiha li Şam, Hûmûs, Dera, Lazkiye û Îdlîbê pevçûnên şedîd diqewimin.
Wezîrê Karên derve yê Fransayê Laurent Fabius (Loran Fabiüs) wiha got “Ger îdara Sûriye çekên Kimyewî bikarbîne, wê heman cewaba navnetewî bibine.”
Hat îfade kirin ku ji ber pevçûnan, qirîza însanî ya li welêt, roj bi roj zêdetir dibe. Li gor beyena Qizilxaçê, li gelek cihên welêt tengasîya xwarinê heye. Di beyenatê de hat gotin ku rewşa welêt pir xirabe.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.