Sûriye û Pevçûn

Sûriye û Pevçûn

Navbera Muxalîfan û Hêzên Esed De Şer Didome: 173 Kuştî

Li ser Sûriye hesab û planên zulumkar û menfîetperestan hêdî hêdî eşkere dibin. Hat îddîa kirin ku îşgalker Emrîka, sîxor û dîplomatên xwe, radiweşîne sînorê Tirkiye û Sûriye. Ji berê de Emrîka dixwaze li gor menfîet û emniyeta Îsraîlê, li Sûriye rewşê bigerîne. Ji ber vê yekê jî carna mudaxela eskerî tîne ziman.

Li Sûriye jî di şerrê navbera muxalîf û hêzên dewletê de, zêdetirî 170 kes hatin kuştin. Li gor beyana teşkîlata şopandina heqên însana, li Şam, Deyrez Zor, Heleb, Hama, Dera, Îdlîb, Hûmûs û Lazkiyeyê di nav wan de hinek Filîstînî jî hene, bi kêmanî 170 kes hatin kuştin. Her wiha li derûdora Şamê cesedên 45 kesan hatin dîtin. Di nav wan de jin û zarok jî hene.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.