Suriyeliyê ku êrîş lê hatibû kirin mir
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama êrîşa ku li şexsekî yê ku tê ragihandin ehlê Sûrî ye hat kirin de kesê ku dûçarê êrîşê bûbû jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrîşa çekî li kesekî ehlê Sûrî ye hat kirin. Hat ragihandin şexsê ku tê diyarkirin ehlê Sûrî ye jiyana xwe ji dest daye.
Bûyer li Taxa Yeşîlkenta nêzî Cadeya Lozanê ye qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin Mahmut Mausayê 18 salî yê ehlê Sûrî hêj nayê zanîn ku ji teref kî ve hatiye kuştin. Mahmut Mausayê ku wî wek birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê digel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest daye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.