Tankera bi ala Norveçê, bi mûşekan hat hedefgirtin

Tankera bi ala Norveçê, bi mûşekan hat hedefgirtin

Fermandarîya Hêzên Navend yê Emrîqayê (CENTCOM), daxuyand keştîyekî ku ji Tengava Bab el-Mendebê derbas dibû re bi “fuzeyên cruise” êrîş hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di keştîyê de xesar pêk hatîye û şewat derketîye, ji personelen mirî an jî birîndar tineye.

Li ser hîsaba medyaya civakî yê Xê a CENTCOMê daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di 11ê Kanûnê seat 16.00an de ji Keştîya STRINDAyê re ji alîyê Yemena ku di bin îdareya Husîyan de ye Fuzeya Cruiseyê hatîye avêtin. STRAINDA diyar kir ku di keştîyê de şewat derketîye lê heta niha mirî tineye. Di dema êrîşê de keştîya Emrîqayê tinebû lê USS MASON, ji banga alîkarî ya STRINDAyê re bersivê da û niha alîkarîyê dike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.