Tankêra sotemeniyê vîraj negirt û qelibî

Tankêra sotemeniyê vîraj negirt û qelibî

Li Sêrtê tankêrek sotemeniyê vîrajê negirt û qelibî di encama qezayê de ajovanê tankêrê birîndar bû.

Li Sêrtê tankêrek sotemeniyê qeza kir.

Qeza li ser Rêbeja Sêrt-Şîrvanê di kîlometreya duduyan de pêk hat. Li gor ahagiyên hatin wergirtin tankêra sotemeniyê ya ku di kontrola Yuksek Dalkiran de bû û  pilaqeya wê 01 DFA 04 bû vîrajê negirt û qelibî. Di tankêrê de xisara madî pêk hat û ajovan jî birîndar bû.

Ajovanên ku ji cihê qezayê derbas dibûn bangî ekîbên tendirustiyê kirin û Dalkiranê birîndar ji teref ekîbên tendirustiyê ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat hînbûn ku dirûma ajovanê birîndar baş e.

Ekîbên Cendermeyan hatin ciyê bûyerê û vekolîn kirin. Hat ragihandin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

ÎLKHA














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.