Tanrikulu:Divê qirş werin berhevkirin û têgihiştina înternetê were temînkirin
Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Tanrikulu di derbarê qirşû qalên ku piştî Seroka Şaredariya Mezin Kişanak hatiye binçavkirin nehatiye berhevkirin, têgihişitna înternetê û seferên otobusên şaredariyê yên ku pêk nayên de daxuyanî da.
Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu di derbarê qirşû qalên ku piştî Seroka Şaredariya Mezin Gulten Kişanak hatiye binçavkirin nehatiye berhevkirin, têgihişitna înternetê û seferên otobusên şaredariyê yên ku pêk nayên de daxuyanî da.
Tanrikulu ragihand ku şaredarî ji bo xizmeta gel mikelef û berpirsyar in. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şaredariyên ku heta îro jî ji bo xizmeta gel mikelef bûn wekê berê ku xizmeta xwe baş pêk nedianîn îro jî dûbare qirş û qalan berhev nakin. Ev yek jî dibe sedema acizbûna gel. Acizkirina gel a wiha ji tayînkirina qeyûmê re rê vedike.”
Dûvre Tanrikulu axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Em derpêş dikin piştî ku tayîn werekirin dê wek propexende bibêjin dest danîn ser îradeya gel. Divê ku saziya siyasetê rast bibe. Şaredarî ciyê xizmetê ne. Berpisyar in ku ji gel re xizmet bikin. Divê qirş û qalê ku gel nerehet dike û îmaja Diyarbekirê xira dike were berhevkirin. Heke şaredarî vê yekê nake divê ku walîtî dest bavêje vê yekê. Pêwîst e ku otobusên şaredariyê jî wek xizmeta ji bo gel demildest dest bi seferan bikin.”
“Gelek şîrket û esnaf ji ber ku înternet tune nikarin karê xwe bikin”
Tanrikulu di der heqê têgihiştina înternetê de gengeşe û nîqşan kir. Tanrikulu wiha destnîşan kir: “Li herêmê piştî ku serokên şaredariyê hatine binçavkirin înternet qut bûye. Ev yek jî gel mexdûr dike. Di derheqê vê yekê de gelek giliyên cidî hene. Gelek şîrket û esnaf ji ber ku înternet tune nikarin karê xwe bikin. Di holê de mexdûriyetên mezin hene. Tê diayarkirin ku li herêma me di 11 bajaran de înternet hatiye birrîn. Divê ku demildest pirsgirêka hanê ya ku gel mexdûr dike were çareserkirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.