Taxiyan ji kafeteryeya ku li wir alkol tê vexwarin re bertek nîşan dan

Taxiyan ji kafeteryeya ku li wir alkol tê vexwarin re bertek nîşan dan

Li Diyarbekirê taxiyên ku li ber kafeteryaya alkol li wir tê vexwarin civiyan ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin divê ku ciyên wiha werin asêkirin.

Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê Diyarbekirê taxiyên ku li ber kafeteryaya alkol li wir tê vexwarin civiyan ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin divê ku ciyên wiha werin asêkirin.

Taxiyan diyar kirin ev kefeterya 3 meh berê li Taxa Peyasê di kolana 499an de hatiye vekirin. Wan di derbarê vê pirsgirêkê de ji mercîên ku hewce dike re daxwazname şandine da ku kafeterya were girtin.

Piştî ku taxiyan bertek nîşan dan polês hat kafeteryayê û tehqîqat kir. Polês piştî vê yekê diyar kir k udi kafeteryayê de alkol hatiye vexwarin û kefaterya jî bê ruhset e. Ji ber vê yekê polês ceza da kafeteryayê.

Ji nişteciyên taxê Îsmet Othan diyar kir beriya ku xwediyê kafeteryayê ku dê şano li vir were lidarxistin û dê ew kafeterya vekin. Othan diyar kir ku dûvre di kafeteryayê de alkol hatiye vexwarin.

Othan diyar kir ku bê dilê nişteciyên taxê ev kafeterya hatiye vekirin. Dûvre Othan wiha destnîşan kir: “Xwediyê vê ciyê di 6ê Berfanbara 2016an de ji bo xwendekarên diibistanê şano were lidarxistin û dê kafeterya vekin. Wan bê dilê nişteciyên taxê vê derê vekirine. 3 meh derbas bûye lê hêj wek nişteciyên sîteyê me bi xwediyê dikanan re hevdîtin nekiriye. Dûvre em bi wan re têketin têkiliyê. Lê guhdariya me nekirin.”

“Em dixwazin ku çi hewce dike pêk were”

Othan diyar kir ku wek taxî ewbertek nîşan didin. Dûvre Othan wiha diyar kir: “Di Îslamê de alkol heram e. Vira tax e. Ji ber ku nişteciyên sîtê her tim ji ha ve diçin û tên dibê ku ew jî meyl bikin. Ji ber vê yekê dibin nimuneyên xerab. Ji bo ku wek demokratîk em berteka xwe ji vê yekê re nîşan bidin em hatine cemhev û em dixwazin ku çi hewce dike pêk were.”

Murat Demîr jî diyar kir ku vekirina dikanên bi alkol ên di nabeyna kolanan de qedexe ye. Demîr wiha destnîşan kir: “Vekirina dikanên bi alkol ên di nabeyna kolanan de qedexe ye. Lê em bi hevalên xwe re vê yekê diyar kir. Lê digel vê yekê guhdariya me nekirin.”

Ji nişteciyên sîtê Ruken Yildirim diyar kir ku carinan heta sibê dengê muzîkê ji kafeteryayê tê û ji ber vê yekê ew ji wê derê aciz in. Dûvre Yildirim wiha diyar kir: “Wek nişteciyên sîtê em tiştekî wiha naxwazin. Dema ku ez diçim dersxanê û têm mecbûr im ji vir derbas bibim û ev me min aciz dike û dê bike.” (ÎLKHA) 














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.