Têkiliyên Huda Parê Yên Li Misirê
Ger û serdanên Huda Parê yên li Misrê dewam dikin. Heyeta Huda Parê bi Mûsa Ebû Merzûkê alîkarê serekê Hamasê Xalid Meşal re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li Qahîreyê di buroya Hamasê de nêzî 2 saetan dewam kir.

Serekê Huda Parê parêzer Huseyîn Yilmaz, ji ber ku dîsa bûye alîkarê Xalid Meşal, Ebû Merzûk tebrîk kir. Yilmaz di xeberdana xwe de wiha got “Em dixwazin musluman bi hev re di piştevaniyeke xurt de bin, bi hev re diyalogan pêk bînin. Bi vê amancê em ziyaretan li dar dixin. Em dixwazin bi Hamasê re jî têkiliyên xwe bipêş bixin. Em fikra xwe ya ku yekîtiya partiyên Îslamî ya navnetewî pêk bê, li vir jî tekrar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku, wê ev yekîtî ji avabûna yekîtiya muslumanên cîhanê re û ji xelasiya muslumanan ya ji rewşa heyî re bibe wesîle.”
Ebû Merzûk jî beyan kir ku hestiyariya Huda Parê ya ji bo mesela Fîlîstînê teqdîr dikin, fikra wanê yekîtiya partiyên Îslamî tiştek musbet e û wê di nav hereketê de li ser xeber bidin, ji bo yekîtiya muslumanan amade ne ku, tiştên li ser milê wan pêk bînin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.