Têkiliyên Tirkiye û Misir

Têkiliyên Tirkiye û Misir

Serekwezîr Erdoğan û Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mursî, pey civîna li Bînaya Merkezî a Serekwezîrtiyê, civîneke medyayî lidarxistin.

Serekwezîr Erdoğan û Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mursî, pey civîna li Bînaya Merkezî a Serekwezîrtiyê, civîneke medyayî lidarxistin.

Erdoğan beyan kir ku: hevpeymana kredî ku di navbera Misir û Tirkiyê de hatiye kirin di derbarê pêşeroja her dû dewletan de gaveke gelek muhîmm e. Ev îmzeyên ku hatine avêtin ji bo pêşerojê dê têkiliyên her dû dewletan bi hêztir bikin.

Erdoğan dîsa beyan kir ku: Wê bi sêzde Wezîrî re tevlî Civîna Konseya Stratejîk a Seviya Wî Bilind ku wê meha were li Kahîrê bicive bibe. Erdoğan di derbarê vê civînê de jî go: Baweriya min gelek mezine ku wê ev civîn bibe sebebê netîceyên gelek balkêş.

Erdoğan di derbarê Sûrîyê de jî go: Sûrîye di rojeva me de ye û hessasiyeta me di vî warî de dewam dike.  Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mursî jî di Forûma Tîcaretê a Misir û Tirkiyê de go: Ji bo tîcareta navbera her dû dewletan rehet û hêsantir bibe, rakirina vîzeyan jî têde wê gelek hêsaniyan bikin. Mursî dîsa go: Tîcareta navbera her dû dewletan gelek li paş e, ji îro pê de emê hevkariyeke wisa bi destxin ku wê dewletên din ji me hesûdiyê bikin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.