Têkoşîna debarê ya karkerên çandiniyê di germa dijwar de bi heqdestê kêm
Karkerên çandiniyê yên demsalî ku bi ronahiya yekem a sibehê re di zeviyên tûtinê de dest bi kar dikin, diyar kirin ku tevlî mesaiya giran a di germaya qelandî ya Êlihê de, heqdesta ku distînin li hemberî bihabûna jiyanê ya ku zêde dibe kêm dimîne.
Karkerên çandiniyê yên demsalî ku di zeviyên tûtinê de tevlî germaya qelandî ya ku bi taybetî di meha havînê de li Êlihê bandora xwe zêde dike dixebitin, mesaiya xwe ya ku bi ronahiya yekem a sibehê re dest pê dike heta saetên nîvro berdewam dikin.
Karkerên ku di saetên herî germ ên rojê de di bin rojê de neçar dimînin bi saetan bixebitin, diyar dikin ku tevlî şert û mercên giran ên kar, heqdesta (yewmiyya) ku distînin li hemberî bihabûna jiyanê ya ku zêde dibe kêm dimîne.
Karkeran diyar kirin ku ji bo debara xwe bikin, alîkariya budceya malbatê bikin û mesrefên perwerdehiya zarokên xwe peyda bikin karkeriya çandiniyê ya demsalî dikin; anîn ziman ku zêdebûna bihayan a di gelek qadan de ji xwarinên bingehîn heta faturayan, hêza wan a kirînê bi rengekî girîng kêm kiriye.
Karkeran destnîşan kir ku bi taybetî sînordarbona sezona tûtinê bi tenê çend mehên salê re tengasiyên aborî hîn zêdetir dike; wan diyar kir ku ew heqê ked û xebata xwe nagirin û xwestin ku heqdestên (yewmiyye) wan li gorî mercên jiyanê yên îro werin bilindkirin.
Karkerên çandiniyê ku zehmetiyên xwe ji nûçegihanê İLKHAyê re vegotin, hem di derbarê mercên kar hem jî di derbarê heqdestên kêm de nirxandin kirin.

Amine Aydın
"Em saetên zû yên sibehê dest pê dikin û heta nîvro di bin tavê de dixebitin"
Karkera çandiniyê Amîne Aydin, rojên xwe yên xebatê yên di zeviyên tûtinê de derbas dibin bi van sözan vegot:
"Em tûtinê diçînin, di zeviyê de dixebitin. Sibehan saet di 04.30an de ji malê derdikevin. Saet di pêncan de dest bi kar dikin. Saet di yekê de paydos dikin. Bi asayî ev kar jixwe 3-4 mehan dom dike. Em ji heqdesta xwe memnûn nînin çünki kêm didin. Bi qasî ku ez dizanim divê rojane hezar û 500 lîre ba, lê ji me re hezar û 200 lîre tê dayîn. Ji ber vê yekê em memnûn nînin. Karê me zehmet e wallahî. Em berdewam xwe xwar dikin û dixebitin. Ji ber ku em neçar in jixwe em tên. Di bin tavê de, heta saet 13.00an em dixebitin. Asta germayê diyar e; em di bin wê germayê de dixebitin. Ji ber wê zehmet e, ne hêsan e."
"Em ji bo zarokên xwe dixebitin"
Aydin ku diyar kir ew neçar in bixebitin û bi dahatûya ku bi dest dixin hewl didin alîkariya budceya malbatê bikin, wiha got: "Gava em tên vir em dixwazin ji heqdesta xwe memnûn bin û dîsa jî em neçar bûn bixebitin. Jixwe em dixebitin. Ji bo ku em bibin piştgirî ji mal, mitbax û zarokên xwe re em dixebitin. Jixwe xwendevanên me hene. Gava dibistan vebibin herî kêm em dixwazin bibin alîkar ji wan re. Ji ber ku di malê de tenê kesek dixebite, em jî dixwazin bibin piştgirî."

Saniye Aydın
"Kar heye lê debar tune ye"
Karkereke din a çandiniyê Saniyê Aydin jî diyar kir ku şert û mercên xebatê her sal hîn giran ber bi giranbûnê ve diçin û van ifadeyan bi kar anî:
"Sibehê saet di 04.30an de ji malê derdikevin û saet di 05.00an de li zeviyê ne. Nîvro dore saet 13.00an de paydos dikin û diçin malê. Hewa gelekî germ e. Heqdesta (yewmiyya) me kêm e. Tevlî vê yekê jî xwediyê kar heqdesta me pir dibîne û nirxandinê dike. Zarok diçin dibistanê. Ji ber ku dibistan di bêhnvedanê de ne em jî ji bo ku bibin piştgirî ji zarokên xwe, mitbaxa xwe û mala xwe re dixebitin. Ji bo debarê em dixebitin. Debarkirin êdî gelekî zehmet e. Kar tune ye, debar tune ye. Hevjînên me jî berdewam naxebitin. Kar hebe ew jî dixebitin, kar tune be li malê ne. Em rojane dixebitin."
"Biha zêde dibin, heqdesta karker di cihê xwe de disewitîne"
Aydin bal kişand ser bihabûna jiyanê ya ku zêde dibe û anî ziman ku heqdest li hemberî mercên aborî yên heyî kêm dimînin û wiha got:
"Em gelekî diwelerin (mandî dibin). Êlih jixwe gelekî germ e. Di bin tavê de di vê germayê de em dixebitin. Em neçar in. Rewşa me ya darayî ne baş e. Ji her tiştî re berdewam zam tê. Pariya ku karker distîne dîsa heman dimîne. Pareke ku em distînin têrî xwarin û bazarê nake. Tenê dikare hewcedariya 3-4 rojan peyda bike. Tişta ku em dixwazin ew e ku biha û heqdest sabit bin. Maşa memûran berdewam bilind dibe lê heqdesta karkerên ku di zeviyê de dixebitin, di bin germayê de keda xwe didin gelekî kêm e. Wê jî pir dibînin. Em dixwazin ku heqdesta me sabit be û di asteke ku em bikarin mirovane bijîn de be."

"Di vê germayê de divê em rojane herî kêm 2 hezar lîreyî bistînin"
Aydin ku anî ziman ku ew bi heqdesta (yewmiyya) heyî nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn peyda bikin, wiha axivî: "Ez difikirim ku di vê germayê de divê heqdesta me ya rojane herî kêm 2 hezar lîre ba. Hezar û 200 lîreya ku em distînin gelekî kêm e. Têrî bazarê nake, têrî zarokî nake. Ez sed lîreyî didim destê zarokê xwe; ji min re dibêje, 'Dayê, ez ê bi vê tiştekî çawa bikrim? Ez nikarim pê dürümekî jî bikrim.' Fature her meh bi zam tên. Em bi maaşekî nikarin debarê bikin. Maaşê zarokan jî ne bes e. Zarokekî min heye; em 400 lîre piştgiriya zarokan distînin. 400 lîre dê têrî çi bike? Em bi wê parê nikarin dönera (döner) gelekî hêsan jî bikrim. Di germaya Êlihê de îro karê tûtinê heye lê kar kêm e. Êdî mirov jî nikarin karkeran bigirin. Bigirin jî 2 yan jî 3 karkeran digirin, wê jî pir dibînin. Dibêjin 'Em heqdestê didin we' lê em jî di bin germayê de dixebitin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.