Awayê jiyana mirovî yekser rê li ber mîgrenê vedike û bandor dike!
Pispor diyar dikin ku mîgren ne tenê êşeke giran a serî ye, ew nexweşiyeke nörolojîk e ku bandoreke neyênî li jiyana rojane û performansa kar dike.
Pispora Nörolojiyê Doç. Dr. Burcu Polat, derbarê rewşên ku dikarin mîgrena ku qalîteya jiyanê bi rengekî giran bandor dike bitikînin (geş bikin) û tedbîrên ku dikarin werin girtin de daxuyanî dan.
Taybetmendiya herî girîng a mîgrenê ew e ku ewqas dijwar e ku mirovî ji karkirin û livînê dixîne!
Doç. Dr. Burcu Polat bal kişand ser ku mîgren ne tenê êşeke giran a serî ye; ew nexweşiyeke nörolojîk e ku dikare jiyana rojane, performansa kar û jiyana civakî ya mirovî bi rengekî girîng bandor bike û got: "Mîgrena ku li ser bingehameyila genetîkî geş dibe, piranî bi êşa serî ya yekalî û zongînî ( lêdana damaran) re bi hev re bi hesasiyeta ronahî û deng, dilxelandin û vereşînê re derbas dibe."
Doç. Dr. Polat ku got "Farqa wê ya herî girîng a ji êşên normal ên serî ew e ku ewqas dijwar e ku mirovî bêkêr û bêfonksiyon dihêle", ev agahî parve kir: "Atakên mîgrenê yên ku bi êşbira hêsan bi hêsanî nakevin bin kontrolê, dikarin kalîteya jiyanê bi rengekî diyar kêm bikin. Mîgrena ku di civakê de gelekî belav e, nêzîkî ji her pênc jinan jinekê û ji her deh mêran mêrekî bandor dike."
Sîstema jiyanê de guhertinên ku werin kirin, dikarin di kêmkirina atakên mîgrenê de bibin alîkar!
Doç. Dr. Polat anî ziman ku her çend derman di tedawiya mîgrenê de cihekî girîng bigirin jî, guhertinên ku di şêwazê jiyanê de werin kirin dikarin di kêmkirina gelemperî, dijwarî û dema atakan de bibin alîkar û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Sîstema rehikan (eseb) a kesên mîgrenî; li hemberî nîzam û nîzamnenasiya xewê, beslebûn, stres û hişyarvanên hawirdorê hesastir e. Ji ber vê yekê ava kirina rîtmeke birêkûpêk a jiyanê, dikare bibe alîkar ku sîstema rehikan berxwedêrtir bixebite. Ji cihê guhertinên mezin, bi dest xistina adetên piçûk ên domdar piraniya caran encamên serkeftîtir dide. Xewa birêkûpêk, beslebûna hevseng, aktîvîteya fîzîkî, egzersîzên bêhnstendinê û teknîkên sistkirinê bingeha vê nêzîkatiyê pêk tînin."
Hem kêm razan hem jî zêde razan dikare atakên mîgrenê bitikîne!
Doç. Dr. Polat bal kişand ku di navbera mîgren û xewê de têkiliyeke xurt heye û got: "Hem kêm razan hem jî zêde razan dikare atakên mîgrenê geş bike. Ji ber vê yekê tişta girîng ne dema xewê ye, ava kirina rîtmeke birêkûpêk a xewê ye."
Doç. Dr. Polat bîranî ku lêkolîn nîşan didin ku di kesên ku piştî saet 02.00ê şevê di xewê de derbas dikin de tenduristiya mejî çêtir e û wiha axivî: "Bêxewî ne tenê atakên mîgrenê zêde dike; dikare bibe sedema jibîrkirinê, qelsbûna sîstema bergiriyê û xirabûna fonksiyonên giştî yên sîstema rehikan jî. Ji ber vê yekê xewa bi kalîte û birêkûpêk, yek ji hêmanên jêneger ên rêvebirina mîgrenê ye. Ji bo zêdekirina kalîteya xewê mirov dikare ji pratîkên aromaterapiyê yên rehetker ên wekî lavenderê (lavanta) sûd werbigire. Tê zanîn ku bêhna pûngê (nane) jî di hinek kesan de dikare bibe alîkar ku êş kêm bibe. Ev rêbaz bi tenê tedawiyê peyda nekin jî dikarin wekî piştgirî werin karannîn."
Ji bo nexweşên mîgrenê modela beslebûnê ya herî guncav beslebûna tîpê Deryaya Spî ye!
Doç. Dr. Polat diyar kir ku ji bo nexweşên mîgrenê lîsteyeke hişk a beslebûnê tune ye, lê dîsa jî şîret kir ku mirov ji bo demeke dirêj birçî nemînin û xwe ji xwarinên bi karbonhîdrata zêde û kaloriya bilind dûr bixin û got: "Modela beslebûnê ya tîpê Deryaya Spî ji vê aliyê ve wekî vebijarkeke guncav derdikeve pêş."
Doç. Dr. Polat teqez kir ku beslebûna nehevseng û obezîte dikarin atakên mîgrenê gelempertir, dijwartir û demdirêjtir bikin û ev daxuyanî da: "Her wiha guherîn û daketina şekirê xwînê jî dikare mîgrenê geş bike, ji ber vê yekê beslebûna bi xwarinên birêkûpêk girîng e. Kesên ku di malbata wan de dîroka diyabetê (şekir) heye, heta ku nexweşî di wan de çênebûbe jî hildana şêwazê jiyanê ku dê hevsengiya şekirê xwînê biparêze, hem ji bo mîgrenê hem jî ji bo nexweşiyên metabolîk dikare parêzvan be. Adetên jiyana saxlem ku ji ber mîgrenê hatine bi dest xistin, ne tenê êşa serî; dikarin di kêmkirina risqa obezîte, hîpertansiyon, diyabet û hinek nexweşiyên kronîk de jî bibe alîkar."
Egzersîza birêkûpêk dikare atakên mîgrenê kêm bike!
Doç. Dr. Burcu Polat destnîşan kir ku di hefteyê de 3-5 roj, 30-60 deqîqe meşa bi lez yan jî egzersîza aerobîk kêmkirina atakên mîgrenê peyda dike û got: "Egzersîz ne tenê êşa serî; kalîteya xewê, rêvebirina stresê û tenduristiya giyanî jî bi rengekî erênî bandor dike."
Doç. Dr. Polat şîret li kesên ku ji ber meşiya kar a dijwar nikarin spora birêkûpêk bikin kir ku hewl bidin ku tevgerê bixin nav jiyana xwe ya rojane û got ku bi karannîna pêlikan ji cihê asansorê, nedana rûniştina demdirêj û danîna navberên kurt ên tevgerê di nav rojê de jî ji bêtevger mênê bikêrhatîtir e.
Nöromodülasyon, di tedawiya mîgrenê ya derveyî dermanan de dikare bibe vebijarkeke bikêrhatî!
Doç. Dr. Polat anî ziman ku ji bilî sazkirina şêwazê jiyanê, rêbazên tedawiyê yên derveyî dermanan jî dikarin di rêvebirina mîgrenê de werin karannîn û got: "Yek ji van jî sepandinên nöromodülasyonê ne."
Doç. Dr. Polat diyar kir ku ev cîhazên ku bi hişyarvanên elektrîkî yan jî manyetîkî yên di asteke nizm de dixebitin, li devera enî, serî, stû yan jî guh tên sepandin û armanc dikin ku bersiva sîstema rehikan a ji bo êşê birêkûpêk bikin û wiha axivî: "Ev rêbazên ku dikarin bibe alîkar ku sînorê êşê bilind bibe, bi taybetî di nexweşên ku nikarin dermanan bi kar bînin, ji dermanan faydeya bes nabînin yan jî pirsgirêkên mîna depresyon û anksiyeteyê bi wan re hene de dikarin werin nirxandin. Nöromodülasyon tedawiyeke daîmî nîne; lê belê bandora wê dikare bi mehan bikişîne û dema ku pêwîst be di navberên diyar de dikare bête dubarekirin."
Rojnika mîgrenê, di diyarikirina tehlîkeran û plankirina rast a tedawiyê de dikare bibe alîkar!
Doç. Dr. Polat qeyd kir ku piştgiriyên vîtamîn û mineralan ên ku di tedawiya mîgrenê de tên karannîn di her nexweşî de heman bandorê nîşan nedin jî di hinek kesan de dikarin bibe alîkar û got: "Tê fikirîn ku di kesên mîgrenî de di mekanîzmayên hilberîna anargiyê ya hucreyan de hinek nebikêrhatinî hene. Ji ber vê yekê bi taybetî piştgiriya vîtamîna B2 (riboflavin), koenzîm Q10 û magnezyumê di nexweşên guncav de dikare bikêr bêt. Dîsa jî divê ev berhem teqez bi şîreta bijîşk, di doz û dema guncav de werin karannîn."
Doç. Dr. Polat li sözên xwe zêde kir ku rojnika mîgrenê armanc dike ku gelemperî, dijwarî, dema atakan û tehlîkerên muhtemel bi birêkûpêkî bête qeydkirin û van ifadeyan bi kar anî: "Nîşankirina agahiyên mîna xwarinên ku di rojên serêşiyê de hatine xwarin, dema xewê, asta stresê, dermanên hatine karannîn, bandora dermanan û di jinan de heyama menstrual (bêjiyarî); hem dihêle ku nexweş bi xwe tehlîkerên xwe ferq bike hem jî agahiyên girîng dide bijîşkê ku tedawiyê plan dike."
Karannîna zêde ya êşbiran, dikare risqa serêşiya ku girêdayî karanîna zêde ya dermanan e zêde bike!
Doç. Dr. Burcu Polat şîret li kesên ku di mehê de çar yan jî zêdetir atakên mîgrenê dijîn û êşên wan bandoreke neyênî li jiyana rojane û performansa kar dike kir ku serî li pisporê nörolojiyê bidin û sözên xwe wiha temam kir: "Her wiha gelemperiya karannîna dermanan jî nîşaneke girîng a hişyariyê ye. Karannîna êşbirên hêsan a ji di mehê de 15 rojan zêdetir, û ya dermanên êşê yên taybet ên mîgrenê a ji di mehê de 10 rojan zêdetir dikare risqa geşbûna 'serêşiya ku girêdayî karannîna zêde ya dermanan e' zêde bike. Di vê rewşê de teqez divê ji aliyê pisporê nörolojiyê ve nirxandin bête kirin. Mîgren nexweşiyeke ku bi temamî nakeve bin kontrolê nîne. Bi adetên jiyana birêkûpêk, plana tedawiyê ya guncav û şopandina bijîşk re gelemperî û dijwariya atakan dikare bi rengekî girîng bête kêmkirin, kalîteya jiyanê bi rengekî diyar dikare bête zêdekirin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.